Elif Orhan
15 Mijdar 2018•Rojanekirin: 16 Mijdar 2018
RIYAD
Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Adil el-Cubeyr diyar kir ku kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî sûc û xetayeke mezin e.
Cubeyr di civîna çapemeniyê ya ku li Riyadê hat lidarxistin de diyar kir ku talîmatên ji bo darizandina ku bûn sedema kuştina Kaşikçi eşkere ne û got ku "Em qebûl dikin ku kuştina Kaşikçi xetayek û sûcekî mezin e. Em biryardar in kesên ku di kirina cinayetê de sûcê wan heye bi rêya darazê berpirsyar bigirin."
Cubeyr bal kişand ku di çarçoveya lêpirsînê de bi aliyê Tirkiyeyê re di nav têkiliyê de ne û got ku Serdozgeriya Erebistana Siûdî der barê mijarê de li benda bêtir delîlan e û qal kir ku lêpirsîn hêj dewam dike û hêj pirsên nehatine bersivandin hene.
Cubeyr da zanîn ku siyasîkirina bûyera Kaşikçi û hewlên ji bo mudaxaleyî karên navxweyî yên Erebistana Siûdî tên kirin, red dikin û wiha axivî: "Doza Kaşikçi divê negihîje asteke navneteweyî, ev nayê qebûlkirin û siyasîkirina vê mijarê dê bibe sedema parçebûna alema Îslamê."