2015 ж. 26 қазан•Rojanekirin: 2015 ж. 26 қазан
KABİL/İSLAMABAD
Li Efxanistanê erhejeke ku şideta wê 7,7 e û navenda wê li Çiyayên Hîndukuşê ye qewimî. Di erdhejê da Efxanistan, Pakistan û Hidistan jî hejiya.
Navenda Lêkolîna Jeolojîk ya Amerîkayê daxuyand ku navenda erdhejê Çiyayê Hîndukuşê ye. Çiya 254 kîlomêtre dûrî Kabula paytextê Efxanistanê ye. Erdhej 212,5 kîlomêtre di bin erdê da çêbûye.
Radyoya Pakistanê jî daxuyand ku şîdeta erdhejê 8,1 e.
Erdhej herî zêde li Kabul û Îslamabada paytextê Pakistanê hat hîskirin. Gel panîk bû derket kuçe û kolanan, trafîk asê bû sekinî. Li gelek bajaran ceyran çû.
Miqamên fermî yên Efxanistan, Pakistan û Hindistanê hê daxuyanî nedane ku mirî û birîndar hene an tunene.