Türkan Tosun
22 Hezîran 2017•Rojanekirin: 23 Hezîran 2017
KABUL
Li Efxanistanê bajarê Leşkergaha girêdayî Helmandê êrîşî bankayekê hat kirin. Di êrîşê de 20 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.
Serhekîmê Nexweşxaneya Helmandê Mulladad Tubakar daxuyand ku li bajarê Leşkergahê bi wesayîteke bombebarkirî ve li ber bankayeke herêmî êrîş hat kirin, 20 kes mirin û herî kêm 50 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin dema ku karmend û mamoste ji bo mehaneyên xwe hildin li ber deriyê bankayê ketibûn rêzê êrîş hat kirin.
Di nav birîndaran de ji bilî sivîlan leşker jî hene.
Tu kesî berpirsyariya êrîşê hilneda stûyê xwe.