Önder Beyter
22 Adar 2020•Rojanekirin: 22 Adar 2020
Li eyaleta Suelawesiya Navîn a Endonezyayê bi 5,1 pileyî erdhej çêbû.
Dezgeha Meteorolojî Avûhewa û Jeofîzîkê ya Endonezyayê eşkere kir, erdheja ku navenda lerza wê 90 kîlomêtro li rojavayê bakurê peravên herêma Buolê ye, 10 kilomêtro di bin erdê da çêbû.
Li gorî encamên destpêkê di erdhejê da mirî û birîndar tunene û herwiha li dû erdhejê hişyariya tsunamiyê jî nehat dayîn.
Li Endonezyayê 28ê Îlona 2018an bi 7,5 pileyî erdhejekî li Tengava Paluyê ya li Girava Sulawesiyê dabû û herwiha dû ra jî tsunami çêbûbû û tesîr li herêmên Donggala, Palu, Sigiyê kiribû û di encamê da jî 4 hezar û 340 kes miribûn.