İbrahim Atmaca
14 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2019
Li başûrê eyaleta Malukuya Bakur a Endonezyayê bi lerza 7,3yan erd hejiya.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) daxuyand ku navenda erdheja ku lerza wê 7,3 ye li başûrê grava Malukuya Bakur, 102 kîlomêtre dûrî bajarê Lauwuiyê ye û 10 kîlomêtre di binê erdê da çêbûye.
Saziya Meteorolojî, Îqlim û Jeofîzikê ya Endonezyayê (BMKG) lerza erhejê 7,2 daxuyand.
Ji bo erdhejê hê hişyariya tsunamiyê nehatiye dayîn.
Li Kendava Paluyê ya li Girava Sulawesiyê ya Endonezyayê di 28ê îlona 2018an da erd bi lerza 7,5an hejiyabû û piştî erdhejê li herêmên Donggala, Palu û Sîgiyê tsunamî rabibû. Di erdhej û tsunamiya li herêmê da 4 hezar û 340 kes miribûn.