Nihat Kavşut
02 Tebax 2019•Rojanekirin: 03 Tebax 2019
Li peravên Girava Javayê ya Endonezyayê bi lerza 6,8an erdhej çêbû.
Navenda Lêkolînên Jeolojiyê ya Amerîkayê ragihand ciyê erdhejê 105 kîlomêtro li rojavayê başûrê bajarê Tugu Hilirê ye û erdhej 42,8 kîlomêtro di bin erdê da çêbûye.
Li gor agahiyan piştî erdhejê ji bona tsunamiyê hişyarî hat dayîn û rayedaran ji kesên li derdora peravan dijîn xwestin ku derkevin ciyên bilind.