İbrahim Atmaca
19 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2018
CAKARTA
Li Papuaya eyaleta Endonezyayê bi lerza 5,7an erdhej çêbû.
Saziya Meteorolojî, Avûhewa û Jeofîzîkê ya Endonezyayê (BMKG) daxuyand ku erdhej ji aliyê başûrê rojhilatê va 28 kîlomêtre dûrî herêma Sarmiyê, 85 kîlomêtre di bin erdê da çêbû.
BMKGyê hişyariya tsunamiyê neda, hê tu agahî nehat dayîn bê ka di erdhejê da mirî û xesar heye an na.
Li Grava Sulawesiyê di 28ê îlonê da bi lerza 7,5an erdhej çêbû û dû ra di tsunamiyê da 2 hezar û 103 kes miribûn.
Endonezya li ser xeta erdhej û agirîn a "Çembera Agir a Pasîfîkê" ye. Di 26ê berfanbara 2004an da li herêmê erd bi lerza 9,1ê hejiyabû, piştî erdhejê tsunamî rabibû û li tevahiya welatên herêmê 230 hezar kes miribûn.