İdris Sülün
02 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2022
Li Endonezyayê di dema maçeke fitbolê da polês ji bo ku xirtoşeyê bide sekinandin xaza rondikrêj emiland û îzdiham derket û her wiha di vê encamê da jî 129 kes mirin.
Li bajarê Malangê yê eyaleta Javaya Rojhilat, Persebaya Surabayayê li Stadyûma Kanjuruhanê tîma Arema Malang 3-2 têk bir û piştî maçê, di navbera alîgirên herdu rikeberan da gelek şer derketin.
Bi sedan alîgir ji bo ku xaza rojdikrêj a polêsan emiland tesîrê li wan neke, ber bi deriyê derketinê revîn.
Di vê encamê da kaoseke mezin qewimî û hin kes bênefes man û hatin pelixandin. Di bûyerên li stadyûmê derketin da 129 kes mirin.
Şefê Polêsê Javaya Rojhilat Nico Afinta di daxuyaniya xwe da diyar kir, nîvê şevê piştî ku maç bi dawî bû, alîgirên tîman şer kirin û polêsê hêza pola jî xaza rondikrêj emiland. Her wiha ji ber xaza ku hat emilandin, alîgiran panîk kir.
Afinta destnîşan kir, zêdeyî 300 kes ji bo tedawiyê bo nexweşxaneyên nêzîk hatin sewqkirin, lêbelê gelek ji wan di rê da an jî di dema tedawiyê da mirin.
Afinta her wiha diyar kir, di nava 180 birîndaran da yên ku rewşa wan giran e hene û lewma ew ditirsin ku hejmara miriyan zêde be.