Fatih Gazioğlu
28 Îlon 2018•Rojanekirin: 28 Îlon 2018
CAKARTA
Li Girava Sulawesiya ya Endonezyayê erd bi lerza 6,1ê hejiya.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) daxuyand ku navenda erdhejê 55 kîlomêtre bakurê rojavayê Paluya paytextê eyaleta Sulawesiya Navîn e û erdhej 18,1 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Saziya Meteorolojî, Avûhewa û Jeofîzîkê ya Endonezyayê jî diyar kir ku lerza mezinahiya erdhejê 5,9 e. Saziyê piştî erdhejê tu hişyariya tsunamiyê neda.
Ji aliyê din va der barê zirar, mirin û birîndarbûnê da tu agahî nehat dayîn.
Li Girava Lombokê di dawiya meha tîrmehê û tebaxê de bi lerza 6,3, 6,9 û 7an heft erdhejên mezin çêbûbûn û li ser qasî 450 hezar kesî tesîr kiribû.
Di encama erdhejan de 563 kes jî miribûn.