Ecem Şahinli Ögüç
08 Mijdar 2023•Rojanekirin: 09 Mijdar 2023
Li peravên Behra Bandayê ya Endonezyayê li dû hev bi mezinahiya 6,7 û 7,1î edhej çêbûn.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk ya Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejên ku mezinahiya wan 6,7 û 7,1 bûn nêzîkî 340 kîlomêtro başûrê Malukuya eyaleta Endonezyayê ye.
Hat ragihandin ku erdhej 10 kîlomêtro di bin erdê da çêbûye û li gor tesbîtên ewil tiştek bi kesî nehatiye û xisar çênebûye.
Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.