Ahmet Aydın
15 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2017
CAKARTA
Li girava Java ya Endonêzyayê bi şideta 7,3yê erdhej çêbû.
Ajansa Meteorolojiyê ya Endonêzyayê ragihand erdheja ku baregeha wê ya sereke bi qasî 43 kîlometroyan li başûrê rojavayê bajarê Tasîkmalaya ye û erdhej105 kîlometroyê di binê erdê de çêbûye.
Rayedaran li herêmê ji ber erdhejê hişyariya tsûnamiyê da. Navenda Lêkolîna Jeolojîk ya Amerîkayê jî şideta erdhejê weke 6,5 eşkere kir.
Berdevkê Daîreya Têkoşîna dijî Afetê ya Neteweyî Sutopo Purwo Nugroho destnîşan kir ku li herêma Cîamîsa ku dikeve rojavayê Javayê mirî û birîndar hene lê derbarê hejmarê zanyarî neda.
Nugroho herwiha anî ziman ku li bajarê Tasîkmayayê ku nêzîkê baregeha navend a erdhejê ye, avahî hilweşiyane û li Cakartaya paytext jî hest bi erdhejê kirine.
Televizyonên xwecihî, cih dan dîmenên ku bi wesayitên xwe herêmên sahilê terk dikin û yên ku bi tirs ji xaniyên xwe derdikevin.