ERBÎL
Endamê komîteya amadehiya Konferansa Neteweyî ya Kurd Kemal Kerkûkî der heqê lidarxistina Konferansa Neteweyî ya kurd de got ku dê biryara diyarkirina dîroka konferansê di civîna roja şemîyê de bidin.
Civîna komîteya amadehiyê bi şev bi dawî bû. Endamê komîteyê Kerkûkî daxuyanî da endamên çapemenîyê û got ku der heqê dîroka konferansê de tu biryar negirtine.
Kerkûkî pirsa 'Gelo konferans dê bê taloqkirin an na?' bersivand û wiha got: "Ji vê re gotina 'taloqkirinê' ne rast e. Lewra me bi fermî negot ku em ê di 24ê tebaxê de konferansê li dar bixin. Tenê hat axaftin, dibe ku wî wextî konferans bê lidarxistin. Em ê wextê konferansê safî bikin. Ji bo konferans baş çêbe amedehî dewam dikin."
Parlementerê Mardînê yê serbixwe Ahmet Tirk, Parlementera BDPê ya (Kars) Qersê Mûlkîye Bîrtane, endamê TEV-DERê Aldar Halîl û Koordînatorê Înîsîyastîfa Azadî Adem Ozcaner jî beşdarî civînê bûn.