Nûnerên tirkmanên şiî û ên Kurdan biryar da ku ji bo çareserkirina rageşiya ev demeke li Tuzxurmatuya navçeya Selahadînê di navbera tirkmanên şiî û Kurdan de dewam dike ji holê rabe, gavinan biavêjin.
Aliyên siyasî ên Kurda û Tirkmanên li Tuzxurmatuyê, li ofîsa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya li navçeyê civiyan. Civîn ji çapemeniyê re girtî hat kirin û bi qasî 3 saetan ajot. Di civînê de hin biryar hatin dayîn û piştî "civîna ewlehî û aştiyê" biryar bi raya giştî ve hatin parvekirin.
Alîkarê Walî yê Selahadînê yê berê Qasim Berzencî bi erebî agahî dan û Serokê YNKyê yê navçeya Tuzxurmatuyê Mala Kerîm Şukur jî bi kurdî axivî.
Aliyan di encamê da biryar dan ku ji bo xurtkirina têkiliyên li Tuzxurmatuyê divê berpirsiyarên partiyên siyasî daxuyaniyên ku her du aliyan ji hev re dike dijmin belav nekin. Herwiha ew ê milîsên şiî û pêşmerge jî li hemberî DAEŞê bibin yek û bi hev re têbikoşin.
Alîkarê Serokê Meclisa Tirkmanan yê Navçeya Tuzxurmatuyê Elî Huseynî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku dê ji vir û pê ve tirkman û kurd bi hev re tevbigerin.
Ji sala 2003yan vir ve, pêşmerge herêma Tuzxurmatuyê diparêze. Lêbelê piştî êrîşên DAEŞê li herêmê yekîneyên Heşdî Şabî ku ji milîsên şiî pêk tên damezrandibûn û di navbera van hêz û pêşmergeyan de rageşî çêbibû.