İbrahim Atmaca
20 Gulan 2020•Rojanekirin: 20 Gulan 2020
Hat ragihandin ku li Erebistana Siûdî cezayê qamçîkirina ji bo te'zîrê hat rakirin.
Li gor nûçeyên medyaya herêmî ya welêt, Wezîrê Edaletê yê Erebistana Siûdî Welîd es-Samanî telîmata ku cezayê qamçîkirina ji bo te'zîrê hat rakirin, ji mehmekemeyan ra şand.
Samanî diyar kir ku ji mehkemeyan ra bangewazî hat kirin ku şûna cezayê qamçîkirina seba te'zîrê, cezayê hebsê, cezayê pere an jî cezayên din ên ku miqamên rayedar wê kifş bikin, bidin.
Samanî destnîşan kir ku cezayê qamçîkirinê ranebû, tenê ji bo cezayê te'zîrê ku seba tedîb û dîsîplînê tê dayîn, hat rakirin û şûna wî cezayên alternatîf wê werin dayîn.
Samanî got ku du cure cezayên qamçîkirinê hey, yek jê di hukmên şerîetê da derbas dibe, ya din jî seba tedîb, dîsîplîn an jî seba pêşîlêgirtina sûc tê dayîn û ji vî cezayî ra jî te'zîr tê gotin.