Nihat Kavşut
20 Gulan 2020•Rojanekirin: 20 Gulan 2020
Artêşa Libyayê ragihand 3 pergalên parastina esmanî ya Rûsan çêkiriye û Mîrektiyên Yekbûyî ya Ereban ji milîsên girêdayî Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên çekdar yên nemeşrû ku rojhilatê Libyayê ne ra peyda kiriye îmhe kirine.
Serbaz Mihemed Kanunuyê Berdevkê Fermî yê Artêşa Libyayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir ji duh bi şev da 3 pergalên parastina esmanî yên bi cureya Pantsirê ku Rûsan çêkiriye û Mîrektiyên Yekbûyî ya Ereban ji milîsên Hefter ra peyda kiriye îmhe kirine.
Kununu got ku yekîneyên top û teyareyên bêmirov li bajarê Terxuneyê 2 pergalên parastina esmanî yên bi cureya Pantsirê ku Rûsan çêkiriye û li Vişkeya li başûrê Sirteyê pergalên parastina esmanî xistine.
Hatibû destnîşankirin ber destê sibehê hêzên esmanî yên artêşa Libyayê li bajarê Terxuneyê pergaleke parastina esmanî û di 8 saetên dawîn da bi tevahî 4 pergalên parastina esmanî yên bi cureya Pantsirê ku Mîrektiyên Yekbûyî ya Ereban ji milîsên Hefter ra peyda kiriye îmhe kirine.