RIYAD
Di maleke li bajarê El-Hîcreya başûrê rojhilatê de şewat derket. Di encama şewatê de 7 kes mirin.
Li gor nûçeya SPAya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî, di maleke li bajarê El-Hîcreyê de şewat derket û di encamê de ji heman malbatê 7 kes mirin. Sedema şewatê nayê zanîn.
Alîkarê Serokê Saziya Parastinê ya Sivîl Ebdullah ez-Zabiyye daxuyanî da û di diyar kir ku li ser îxbarê tîmên ambulans û îtfaiyê çûn cihê bûyerê.
Hat ragihandin ku piştî xebatan agir hat vemirandin.
Cesedê 7 kesên ku tê gotin ji ber dûmanê mirine bi ambulansan sewqî morgê kirin.