Di daxuyaniya rêxistinê de hat gotin ku milîtanên DÎŞIyê di 29ê gulanê de li Sûriyeyê, li bajarê Eyn el Erebê 153 ciwanên kurd ên ku temenê wan di navbera 13 û 14an de ne revandin. Ji wan pênc ciwan reviyan û ji destê wan xilas bûn.
Hat gotin ku di 28ê hezîranê de ji bo ku endamên DÎŞIyê yên ku di destê pêşmergeyan de ne bên berdan, DÎŞIyê 15 ciwan di şûna wan de berdan.
Hat gotin ku ciwanên kurd li Şamê ezmûnên xwe yên dawî xilas kirin ku vegerin, lê di rêya vegerê de hatin revandin. Du ciwanên ku ji destê milîtanan xilas bûn gotin ku DÎŞIyê zor daye wan ku dersên şerîetê bigrin û îdeolojiya cihadê qebûl bikin.
Şêwirmendê taybet ê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan Fred Abrahams daxuyand ku rehîngirtina ciwanan tê wê meneyê ku "rêgezên şer bêperwa û zalimane tên binpêkirin". Abrahams got ku divê ciwan hankêve serbest bên berdan.