ANKARA
Serokatiya AFAD diyar kir ku di xebatên li xizneya komirê ya li Ermenekê de ekîbeke ku ji 627 kesan pêk tê bi 138 hacet û erebeyan ve dixebite. 414 kes di karên vedan, kolan û vekirinê de, 123 kes jî di valakirina axê de dixebitin û 15 xozneber jî li wir amade ne.
Di daxuyaniya AFADê de hat destnîşankirin ku 41 saziyên dewletê, sektora taybet û saziyên civaka sivîl di serokatiya AFADê de ji bo Ermenekê seferbûne.
Her wiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz, Wezîrê Gihandin Ragihandin û Behrevaniyê Lutfî Elvan, Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Faruk Çelîk, Waliyê Karamanê Murat Koca û Serokê AFADê Fuat Oktay li dewsa bûyerê xebatan kordîne dikin û kar dişopînin, ekîbeke ku ji 627 kesan pêk tê jî bi 138 hacet û erebeyan ve dixebite.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 414 kes di karên vedan, kolan û vekirinê de, 123 kes jî di valakirina axê de dixebitin û 15 xozneber jî li wir amade ne. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Ji bo malbatên xebatkarên ku di xizneyê de ne û wezîfedarên ku dixebitin tesîs hat avakirin. Ekîbên alîkariya psikososyalê yên AFAD û Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakiyê ji bo zarokên xebatkarên ku di xizneyê de mane çalakiyan li dar dixin û alîkariyê didin malbatan. Li herêmê ji bo zarokan konê lîstikê hat avakirin.
Ji bo ku qezayeke din jî dernekeve dema ku av tê valakirin di xizneyê de tevdîr tên girtin û gav bi gav pompeyên avê jî berjêr tên daxistin."
Hat ragihandin ku ji bo têkilî neqete li herêmê 8 îstasyonên mobîl hatin amadekirin.