07 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2017
EZEZ
Li Ezeza navçeya Heleba ya ku bakurê Sûriyeyê dikeve û muxalif li wir serdestin bi wesayîta bombebarkirî va êrîş hat kirin û herî kêm 60 kes mirin ji 50yî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarê parastina sivîl Îyad Şêx Razûq hilda li navenda navçeyê nêzî dadgeha herêmî wesayîta bombebarkirî hat teqandin.
Razûq gor ku ji ber êrîşê mirî û birîndar hene û li cihê teqîn lê çêbû jî xisareke mezin gihîşt derdorê.
Doxtor Ebû Hesen ê ku li nexweşxaneya navçeyê wezîfedar e jî ji nûçegihanê AAyê ra got ku hêrî kêm 60 kes mirine û ji 50yî zêdetir kes jî birîndar bûne.