07 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ser têlefonê bi Serokwezîra Îngiltereyê Theresa Mayê ra xeberda.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hat hildan Serokwezîra Îngilistanê Mayê di axaftinê da êrîşên terorê yên li Stenbol û Îzmirê şermezar kir û got ku di têkoşîna dijî terorê da her dem li cem Tirkiyeyê ne.
Di axaftinê da mijara Qibrîsê jî hat rojevê.
Erdogan û May der barê meseleya Qibrîsê da fikr û ramanên xwe parve kirin xwestin ku ji guftûgoyên rojên pêş me wê bên kirin da ji bo pirsgirêka giravê jî çareseriyeke adil û mayînde derbikeve.