Önder Beyter
09 Nîsan 2018•Rojanekirin: 10 Nîsan 2018
XEZZE
Hat ragihandin ku Merwan Awad Qudeyhê Filistînî ku di "Meşa Mezin a Vegerê" ku di 30ê adarê da li ser sînorê Xezzeya ji aliyê Îsraîlê va dorpêçkirî hatibû lidarxistin da birîndar bûbû, îro serê sibêhe şehîd ket.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê li Xezzeyê, Qudeyhê Filistînî ku di Meşa Mezin a Vegerê da bi guleya eskerên Îsraîlê birîndar bûbû, li nexweşxaneya ku dihat dermankirin, şehîd ket.
Bi Qudeyhê ku xelkê bajarokê Xan Yûnisa li başûrê Xezzeyê ye va hejmara Filistîniyên ku di xwepêşandanên ji 30ê adarê vir va da bi guleyên eskerên Îsraîlê hatin şehîdkirin, derket 32an.
Îsraîl bi hêzeke ne muwazene va midaxaleyî xwepêşandanên aştiyane yên li ser sînor dike ku di encamê da ji 2 hezar û 850yî zêdetir Filistînî birîndar bûn. Herwiha piraniya birîndaran jî bi guleyên rasteqîn birîndar bûne.
Tê destnîşankirin ku rewşa hin birîndarên ku li nexweşxaneyên li Xezzeyê tên tedawîkirin, gelekî xedar e.
- "Meşa Mezin a Vegerê"
Filistînî ji 30ê adarê roja înê vir va di çarçoveya salvegera 42emîn a Roja Axê de li ser sînorê Şirîta Xezzeyê çalakiyan aştiyane dikin.
Eskerên Îsraîlê jî guleyên rastîn berdide gelê sivîl ê ku "dixwazin vegerin axa xwe ya ku jê hatin sirgûnkirin û dorpêça ser Xezzeyê ya ku ji 2006an pê va dewam dike, were rakirin". Ji destpêka roja ewil a ku xwepêşandanan heta niha 18 Filistînî şehîd bûn, hezar û 500î zêdetir birîndar bûn.
Filistînî plan dikin ku xwepêşnadanên xwe yên aştiyane yên bi navê "Meşa Mezin a Vegerê" heta şeş hefteyan bidomînin.
- Roja Axê çi ye?
Îsraîlê di 30ê Adara 1976 da li herêma Celîleyê ku dikeve bakurê welêt, dest da ser bi hezaran donim erdê Filîstîniyên welatiyê Îsraîlê. Gelê Filistînê li ser vê ji bo protestokina vê xesbê greva giştî kirin û xwepêşandan li dar xistin.
Polêsê Îsraîlê gule berda Filistîniyên ku beşdarî xwepêşandanan bûn û 6 kes şehîd kirin, gelek kes birîndar kirin.
Ev ro wek "Roja Axê" tê bibîranîn û wek nîşaneya berxwedana Filistîniyan tê dîtin ku ku di mijara axê da bû sedema pevçûna Îsraîl û Filistînê.