Nihat Kavşut
07 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2017
PARÎS
Li Fransayê 10 sal cezayê hepsê dan diya endamekî DEAŞa rêxistina terorê.
Christine Riviereya 51 salî ya 3 caran li Sûriyeyê diçe serdana kurê xwe yê tevlî DEAŞê bûye derket dadgehê.
Hat diyarkirin Riviereya bi endamdiya rêxistina terorê tê sûcdarkirin ji bo ji kurê xwe yê bi navê Tyler Vilus ra hevserekê bibîne keçikan dibe Sûriyeyê.
Riviereyê li dadgehê destnîşan kir ji ber tirsa ku kurê wê cardin venegere çûye serdana wî.
Christine Riviere ji xeynî endamtiya rêxistina terorê ji ber sûcên alîkarî daye kurê xwe, fikrên wî li ser medyayê parve kiriye û li ser înternetê propagandaya rêxistina terorê kiriye û belav kiriye 10 sal cezayê hepsê xwar.
Li gor agahiyan kurê Riviereyê yê tevlî DEAŞê bûbû û niha li Fransayê di girtîgehê da ye wê di rojên pêş da derkeve mehkemeyê.