23 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2015
PARÎS
Li Lîbourneya bajaroka Bordeauxa bajarê Fransayê otobês û qamyonek li hev qelibîn, di encama qezayê da 42 kes mirin.
Li gor agahiyên ku ji ekîbên agirkujiyê yên li herêmê hatin sitandin, destê sibê otobês û qamyon li hev qelibîn û di wesayîtan da şewat çêbû. Di qezayê da 42 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn. 3 kes jî ji qezayê bê birîn xilas bûn.
Hat ragihandin ku di 33 salên dawiyê da qezaya herî mezin ev e.