VAN
Hat ragihandin arşîvên Serokatiya Sererkaniyê zilma ku çeteyên ermeniyan di Şerê Dinyayê yê Yekemîn de kirin, îspat dike.
Endamê Hîndekariyê ya Beşa Dîrokê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) Alîkar Doç. Dr. Abdulazîz Kardaşê ku der heqê bûyerên dema Şerê Dinyayê yê Yekemîn û xebatên ku wê demê ermeniyan dimeşand de lêkolîna dike diyar kir ku bi rastî çeteyên ermeniyan zilm û zordarî li jin, zarok, kal û pîr ên li herêmê bûn kirine.
Kardaş destnîşan kir ku belgeyeke zilma ermeniyan nîşan dide ji nav arşîvên Serokatiya Sererkaniyê derket û jê tê fehm kirin ku irûs û ermeniyan zirareke mezin dane herêmê û wiha dewam kir: "Di belgeyê de tê gotin ku Wan bi seranser hatiye şewitandin. Li wê derê hikûmet bê hal maye û dikare karên sivîl û ne jî karên eskerî birêve bibe. Ev jî qirkirina ku ermeniyan li Wan û derdora wê kiriye baş nîşan dide. Der heqê qirkirinên ku li wê herêmê qewimîne de di arşîvên Serokatiya Sererkaniyê de gelek belge hene."
Alîkar Doç. Dr. Kardaş destnîşan kir ku komkujiyeke li dijî ermeniyan nehatiye kirin û wiha dewam kir: "Di arşîvên me de teqez komkujî tuneye û agahiyên ku van gotinan diderewîne û berevajiyê vê nîşan dide hene. Çeteyên ermeniyan piştî dagirkirina Wanê dikevin gundê Zeveyê ku 18 kîlometre ji navendê dûr e. Jin, zarok kal û pîr jî di nav de 2 hezar û 500 kesî bi hovane dikûjin. Li gor lêkolînên ku me di arşîvên xwe de kiriye baş tê dîtin ku li Qers, Erzirom, Agirî, Bidlîs, Mûş û Wanê gelek kes hatine kuştin."