ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di peyama xwe ya ku ji Wekîlê Giştî yê Patrîkê Êrmeniyên Tirkiyeyê Aram Ateşyan ra şand da wiha got: "Ez bûyerên ku civaka êrmeniyan di demên berê da kişandine dizanim û êşên we baş fehm dikim."
Erdogan bi mebesta ayîna ku ji bo bûyerên sala 1915an bi destê Patrîkxaneya Êrmeniyan li Dêra Meryem Anayê ya Kumkapiyê hat kirin, ji Wekîlê Giştî yê Patrîkê Êrmeniyên Tirkiyeyê Aram Ateşyan ra peyam şand. Serkeşîş Tatul Anuşyan peyama Erdogan xwend.
Erdogan di peyama xwe da wiha got: "Dilê me ji bo hemû neviyên êrmeniyên dewleta Osmanî vekiriye. Civaka êrmeniyan di dema Împaratoriya Osmaniyan û komarê da ji hêla aborî, civakî, çandî û siyasî va xizmetên mezin kirin û em teqdîr dikin û bi bîr tînin."
Erdogan diyar kir ku ev roj ji bo welatiyên me yên êrmenî girîng e û wiha got: "Ez êrmeniyên dewleta Osmanî ku di şert û mercên dijwar ên Şerê Cîhanê yê 1emîn da mirin, bi bîr tînim. Bira serê zarok û neviyên wan sax be."