22 Sibat 2017•Rojanekirin: 23 Sibat 2017
SILÊMANÎ
Berpirsê Desteya Kargêriya Polîtboruya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar, behsa têkiliyên YNKê û Tirkiyê kir û got: "Têkiliyên me bi Tirkiyê re ne xerab in. Ji aliyê siyasî, dîplomasî û aştiya îqlîmî ve têkiliya me bi xwe digel hikûmeta Tirkiyê heye. Em vê xera jî nakin. Di meseleya çareserkirina problemên demokrasiyê de bêguman ciyawaziyên me yên fikrî hene."
Bextiyar, di dîdareke taybet de li ser têkiliyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ji bo peyamnêrê Ajansa Anadoluyê axivî.
Mele Bextiyar serdemên borî yên li Tirkiyê hatine derbaskirin bibîr xist û destnîşan kir ku problema heyî tenê bi demokrasiyê têne çareserkirin.
Bextiyar wiha nirxandin kir:
"Têkiliyên me bi Tirkiyê re ne xerab in. Ji aliyê siyasî, dîplomasî û aştiya îqlîmî ve têkiliya me bi xwe digel hikûmeta Tirkiyê heye. Em vê xera jî nakin. Di meseleya çareserkirina problemên demokrasiyê de bêguman ciyawaziyên me yên fikrî hene. Di nav me partiyên Herêma Kurdistanê de jî qenaetên cuda hene. Herwiha digel dewletên îqlimê jî cudahiyên me hene. Lê em tekîda çareserbûna problemên Tirkiyê dikin. Li gor me problemên Tirkiyê bi demokrasiyê çareser dibin."
Herwiha li ser vekirina konsolosxaneya Tirkiyê li Silêmaniyê jî wiha agahî dan:
"Me bi awayekî resmî rizaya xwe li ser vekirina konsolosxaneya Tirkiyê li Silêmaniyê nîşan daye. Me li ser vê civîn kirine û gihîştine biryarê. Hemû hazirî jî hatine kirin."