22 Sibat 2017•Rojanekirin: 23 Sibat 2017
NEW YORK
Malcolm Xê li DYAyê sembola dijî nijadperestiyê ye di 52yemîn salvegera kuştina xwe de li New Yorkê hat bîranîn.
Malcolm X di dema xwe de li Amerîkayê li dijî nijadperestiyê tekoşîneke mezin da û ji aliyê hemû dinyayê rezeke mezin dît. Malcolm X di 52yemîn salvegera mirina xwe de li ser mezelê xwe ji aliyê hezkiriyê xwe bi diayan hat bîranîn.
Kesên çûn ser mezelê Malcolm X kulîlk dan ser mezel û dia kirin. Shantyl Rogersa ji Îngilistanê hat û di saziyeke alîkariyê dixebite li ser mezel giriya û daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Rogersa got: "Li bal min navê Macolm X tê maneya azadî û mafê mirovan. Heke Malcolm X niha sax bûya ji ber rewşa niha wê pir aciz bûya. Hê jî mirovên reşik û penaber rastî pirsgirêkan tên."