Hat îdiakirin ku 3 keçikên ji Îngiltereyê rê ketin ku herin Sûriyeyê û beşdarî DÎŞIyê bibin li Reqqayê ne.
Televizyona SKYyê nûçegihanê xwe Stuart Ramsay ê ku li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê ye wek çavkanî nîşan da û nûçeyek çêkir. Li gor nûçeya SKYyê sê keçik li Reqqayê, li cem keçikeke îngiliz in. Di nûçeyê de Ramsay wiha got: "Li gor agahiyên ku me ji çavkaniyên xurt bi dest xistin, keçik li Rakkayê ne, di ewlehiyê de ne û bi keçikeke îngiliz a din ve di heman malê de dimînin."
Heftaya borî dîmenên sê keçikên îngiliz dema ku di18ê sibatê de li otogara Bayrampaşayê bûn hatibûn weşandin. Malbatên keçikan polêsên îngiliz sûcdar kiribûn ku çima polêsan nameya girîng rasterast nedane wan.
Malbata Shamîma Begum (15), Amîra Abase (15) û Kadîza Sultana (16) gotin ku heke polêsan name bigîhanda wan, malbatan wê destûr nedana ku keçikên wan here Sûriyeyê.
Hat ragihandin ku polêsan nameyek da keçikan û di nameyê de xwestin ku malbatên 3 keçikan destûr bidin 3 keçikan ku ew werin der barê keçika hevalên xwe ya ku berê çûye Sûriyeyê îfade bidin. Lê keçikan ev name nîşanî malbatên xwe nedan. Ji ber vê jî malbat dibêjin ku polês wezîfeya xwe îxmal kiriye û baş nekiriye.