Komeke sûriyeyên ji ber şerê di navbera DÎŞI û PYDyê de diqewime, ji herêma Tel Abyada li ser Rakkayê bajarê Sûriyeyê ber bi sînor ve hat. Kom, li ser sînor sekinandiye.
Li herêma Tel Abyad û Aynel Erebê, şerê di navbera DÎŞI û PYDyê de berdewam dike.
Di nav kesên ku reviyan de gelek zarok û jin jî hene. Koma ku hat li ser sînorê taxa Yûmûrtalikê ya navçeya Sûrûçê, hat sekinandin. Sûriyeyî li bendêne ku AFAD wan bigre Tirkiyeyê. Di vê navberê de heywanek pê li mayinê kir û teqîn pêk hat. Di encama teqînê de zarokek birîndar bû. Zarok digel nexweşek ji bo dermankirinê anîn Tirkiyeyê.
Li ser sînor tewdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin.