Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI) Erşet Salîhî diyar kir ku li welatê wan li ser bingheke "mezhebî" nexşeyek hatiye xêzkirin û li vir yên ku têk diçin jî sunnî û tirkmen in.
Salîhî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de wiha xeberda: "Îro li Iraqê fermî nebe jî li gorî mezheban nexşeyek dan çêkirin. Di vê nexşeyê de sunnî herî lawaz in. Sunniyan herêma xwe kirin nava xeteriyê. Nexşeya ku jê birin jî tenê ya tirkmenan e. Rewş dide nîşan ku tirkmen divê teqez entegreyê sunnî, şîa an jî kurdan bibin. Ev ji bo me bêşansiyek e."
Salîhî got DAEŞê wekî amûrekî diemilînin û dixwezin ku tevî Iraqê li Sûriyeyê û welatên cîran jî nexşeyan bidin guhertin û wiha pê de çû:
"DAEŞ ne meseleyeke wisa ne ku piçûk were dîtin. Ne tenê Iraq ji bo guhertina nexşeya hemû herêmê projeyek e. DAEŞeke piştî ku guhertin li Iraq û Sûriyeyê pêk anî, êdî dikare berê xwe bide herêmên din jî. Herêma Rojhilata Navîn, bi taybetî jî welatên cîranên Iraqê dibe ku rewşeke wiha re rûbirû bimînin. Rageşiya di navbera Yemen û Erebistana Siûdî û peydabûna Hûsiyan û piştgiriya Îranê ya ji bo wan, hemû bûyerên têkildarê hevdu ne."
Salîhî got qewimîneke mîna ya li Telafera navçeya Mûsilê li herêma Tel Ebyada Sûriyeyê jî diqewime û wiha dewam kir:
"Li Tel Ebyadê bêtir xelkê ereb û tirkmen dijî. Nifûsê Telaferê jî wiha ye. Ji bo ku Telaferê tevî Bakûrê Iraqê bikin şerê biratiyê anîn vir. Rewş anîn asteke wisa, îro xelkê Telaferê gihîştiye halê qebûlkirina rêveberiya Bakûrê Iraqê. Li Tel Ebyadê jî heman rewş diqewime. Ji bo avakirina kantoneke nû ya kurdan Tel Ebyad ji holê rakirin. Ji bo vî jî ewil DAEŞ berdan ser vir. Dû re jî hêzên PYDyê şandin wir û hîştin ku herêm bikeve kontrola kurdan."