Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres got ku "Tirkiye ji bo dinyayekî ku her ku diçe sînorên wî ji bo penaberan tên girtin mînak e."
Guterres û Nûnera Taybet a Komîseriya Bilind a Penaberan a NYyê Angelina Jolieyê di çarçoveya têkiliyên xwe yên li Mêrdînê de ji ber Roja Penaberan a Dinyayê ya 20ê hezîranê Konbajêra Mîdyatê ku ku wir penaberên ku ji Sûriye û Iraqê hatin dîminin, ziyaret kirin û der barê çavdêriyên xwe de civîna çapemeniyê li dar xistin.
-"Em bi jicîkirineke ku berê qet nehatibû dîtin re rû bi rû man"
Guterres bi bîr xist ku du roj beriya niha li Stenbolê lansmana Rapora Meylên Cîhanî yên Komîseriya Bilind a Penaberan a NYyê hat kirin û destnîşan kir kudi vê çarçoveyê da tabloya ku di rapora der barê 2014an de derket holê mirov dixe nav fikaran.
Guterres bal kişand ku bi tabloyeke nîşan dide ku hema bêje nêzî 60 milyonî kes bi zorî ji malên xwe hatin kirin, ji ber zilm û şeran mecbûr man ku ji malên xwe birevin û wiha axivî:
"Her kesekî ji vê 60 milyonî di xwe de çîrok û trajediyeke mirovahiyê dihewîne. Ez qala jimarên her ku diçe zêde dibin dikim ji we re. Di sala 201aan de rojane 11 hezar kesî welatê xwe diterikand, ev jimar di sala 2011an de derdikeve 14 hezarî, di sla 2012an de derdikeve 23 hezarî û di dawiya sala 2014an de jî derketiye 46 hezar û 500î. Em bi jicîkirineke ku li ser rûyê erdê heta niha nehatiye dîtin re rû bi rû mane. Me dît ku civaka navneteweyî du caran ser neket. Ya ewil nekarî ku beriya van hemû pevçûnan, zilman, jicîkirinan û êşan bigire, ya duyem jî kêmasiya di mijara mudaxaleyan û arîkariyan de ye."
-"Konseya ewlehiyê mixabin ku bi awayekî aktîf nikare kar bike"
Guterres got ku "Mixabin ku Konseya Ewlehiyê nikare bi awayekî aktîf kar bike. Ez wisa difikirim ku divê li vê dinyaya ku têkiliyên hêzê nediyar in, pêşnebînî û bêcezamayîn bûye wekî lîstikekî de her kesê ku dibe sedemê van pevçûnan divê cudahiyan deyne aliyekî." û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Mixabin ku em dibînin ku civaka navneteweyî di dayîna çavkaniya ku hewce dike de, di berîgirtina êşên ku tên kişandin de kêm dimîne û nikare van arîkariyan bike. Em dê bi budçeyeke ji 200- 300 milyonî kêmtir hewl didin ku van xebatan berdewam bikin. Ji bo mînak dayînê Bernameya Xurekê ya Dinyayê jî mecbûr ma ku arîkariyên xwe yên xurekê yên gelek welatan bibire."
Guterres got ku dê di 3 mijaran de bangî dinyayê bike û got ku yek ji van ew e ku hemû dinya divê fehm bike ku mirovên ku ji malên xwe hatin kirin hewcedarê bêtir arîkayê ne.
Gutarres got ku ya duyem banga ji bo piştevaniya navneteweyî ya hêzdar e û got ku "Bi taybetî wekî ku we îro dît Tirkiye gelek penaber qebûl kirine û ji çavkaniyên xwe arîkariya van dike."
Gutarres qal kir ku banga wê ya sêyem jî ji bo ku hemû sînor vekirî bimînin e û destnîşan kir ku sînorên Tirkiyeyê vekirîne lê ev yek têrî nake, divê hemû sînorên li Tirkiyeyê ji bo kesên ku hewcedarê parastinê ne, vekirî bin.
-Bangî Konseya Ewlehiyê ya NYyê kir
Angelina Jolieyê jî bangî Konseya Ewlehiyê ya NYyê kir û got ku "Wezîr û balyozên xwe bişînin Sûriyeyê. Hûn bi xwe bibin şahidê bê qeyranê. Hûn bi xwe bibînin ku ev yek nikare wiha berdewam bike. ji bo ku dawî li vê şerê bînin zû de ye wext hatiye ku planeke ewledar bê kirin. Ez ji ber comerdiya wan spasiya gelên Tirkiye, Iraq, Lubnan û Urdunê dikim."
Jolieyê qal kir ku nêzî 60 milyonî kes ji malên xwe hatin kirin û wiha axivî: "Dinyayê me tu carî ev qas dewlemend an jî baş an jî pêş neketibû. Lê belê beriya wê tu carî ev qas mirov ji mal û milkê xwe nehatibû kirin û ji mafên mirovan ên bingehîn bêpar nemabûn."
-"Em divê wan biparêzin û veberhênanê bikin"
Jolieyê got ku êdî ji zû ve ye wext hatiye ku mirov divê êş û azara ku penaber dikşînin bibînin û li hember vê êşê rêz bigirin.
Jolieyê got ku "Em divê wan biparêzin û ji bo wan veberhênanê bikin. Ew pirsgirêkek nînin, ev parçeyeke çareseriya qeyrana qerdûnî ne. Ew ji bo jinûveavakirin û jinûve îstiqrar welatê xwe potansiyelek in"
-"Ev pirsgirêkeke navendî ye"
Angelina Jolieyê got ku "Heta niha mirovan ev qas êş nekişandibûn û tu carî ev qas ji malên xwe nehatibûn kirin . Ev bi arîkariya mirovahiyê nayê birêvebirin divê bi dîplomasî û hiqûqê bê birêvebirin." Jolieyê axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ev pirsgirêkeke navendî ye. Em nikarin hilbijêrin ka em ê kîjan îhlalên mafên miorvan baş bibînin û kîjana baş nebînin."