HALEP - Kemal Öztürk / Ali Demir
Di şerê Bosnayê de ji objeyên herî xemgîn ên ku di bîra mirov de man yek jî tabelaya "Pazî Snayper"ê (Baldarî nîşangir hene) bû. Nîşangirên Sirp yên ku xwe li Saraybosnayê li hin deran vedişartin bi guleberdanê, bi sedan Boşnakî kuştin.
Bi dehan mirov ji ber guleberdanên ku ji ciheke nediyar û bêdeng dihatin, di kolanan de diqelibîn. Ev mirina ku ji dereke nediyar dihat, paşê bi awayekî dramatîk hat zanîn ku "Mirina Snyper"ê bû. Hin nişangirên Sirp van demên êrîşê kişandin vîdeoyê û firotin hin televizyonan. Dinya wê demê hîn bû ku nîşangirek, mirov çawa dikuje.
Di dergehên kolanên Saraybosnayê de yên ku berê wan li çemê Miljackayê û girê Trebevîcê bûn, pankart û alayên mezin, hin caran jî çarşef û merşik dihatin daliqandin. Ji bo ku dîtina nîşangiran teng bibe. Ew tabelaya ku tê de "Pazî Snyper" nivîsandî li serê her kolanê, di hişê mirovan de bi cih bûbû.
Li Helebê navê kabûsê "Kannas"
Li Helebê lewheyeke erebî ya ku bi dest hatiye nivîsandin bi kolana ku ji aliyê bakur ve vedibe hatiye daliqandin. Ev jî nîşan dide ku fikariya li Saraybosnayê li vir jî heye.
Di lewhayê de “Întebîh Kannas Mevcûd” (Baldarî nîşangir hene) dinivîsîne.
Li Helebê nîşangirên ku li cihên ku di destê hêzên Esed de ne, xwe veşartine û ji dûr ve gule berdidin ser warên ku mûxalîf lê dijîn û mirov dikujin. Helebî ewilî vê mirina bêdeng û ji nişka ve tê, fêhm nekirin. Piştre hîn bûn ku ev mirin bûye mijara fîlman û ev mirin ji ber guleyên nîşangirên veşartî ne. Ji ber vê jî lewhayên hişyariyê daliqandin.
Ereb bi kurtasî ji nîşangiran re dibêjin "Kannas". Nîşangirek hin caran dikare tevgera herêma ku bi hezaran însan lê dijîn bide sekinandin. Cihê wî pir zor tê tespîtkirin, girtina wî jî hema bêjin ne mimkûn e. Ji ber vê jî avahiya ku tê texmînkirin nîşangir tê de ne, bi tevahî tê bombekirin û wisa tê îmhakirin.
Li kolanên Helebê ji bo ku xwe ji nîşangiran biparêzin çend rêbaz hene. Bi qamyonan xîz dirêjin li ser peyarêyên hin kolanan û bi vî awayî qadên dîtinê tên girtin.
Mûxalîfan hema bêjin saetên ku nîşangir dixebitin jî tespît kirine. Nîşangir serê sibê zû gule dibarînin û êvarê piştî seetekî eşkere ji cihê ku lê ne vediqetin. Piştî wê gel ji xwe re bi rehetî di kolanan de digerin.
Ekîba AAyê li nêzî kolana ku nîşangir lê hene, hevpeyvîn dikir û bû şahidê guleberdana nîşangiran. Wênegirê AAyê beriya 30 çirkî ji qada şer derket û pevçûna bersiva ku leşkerekî mûxalif dida nîşangir kişand. Tamîrkarekî ceyranê di vê kolana ku tê de pevçûn didome, karê xwe dikir. Ev rehetiya wî bala mirov dikişîne. Guleyên di kolanê de toza li erdê radikin hewayê. Konvoyek ku hindik mabû bikeve kolanê ji aliyê şêniyên derdorê ve hat hişyarkirin û rê li bobelatekî hat girtin.
Li gor mûxalifan hemû nîşangir an jî milîtanê hîzbûllahê û yan jî şervanên ku ji Îranê hatine pêk tê. Ev agahî ji ber nasnameyên nîşangirên mirî tê zanîn û gotin.
Nûçegîhanê AAyê Alî Demîr bû şahidê bûyereke li nêzî Şamê ku nîşangir bûn sedem. Li herêma Cobara Şamê nîşangiran di kolanekî de bi dehan kes kuştin. Kesên ku xwestin cinaze ji kolanê derxin, ew jî hatin kuştin. Li ser vê hemû cinaze di kolanê de man. Nîşangir çend hefte li ser hev gule bera her tiştê ku bilibite didan. Ji ber germahiyê jî cinazeyên ku di kolanê de ne, genî dibin û bîhn didin. Tê texmînkirin ku li derdora Heleb û Şamê bi piranî nîşangir hene.
Li Helebê jiyana rojane.
Şer nêzî 2 sal û nîvan e dewam dike, lê lazim e ku gel jî bi awayekî jiyana xwe bidomîne. Nêzî 5 milyon însan êdî di nav şer û pevçûnan de jiyaneke nû ava kirine. Ji bo jiyaneke wiha, gelek li nêzî mirinê dijîn. Bombe, nîşangir û moşek, êdî hemûyan di jiyana xwe de dane rûniştandin. Di nav şer de mezinkirina zarokên xwe, ji malbata xwe re nanbirin û li jiyanê mayîn normal e. Şer rê û rêbazên xwe eşkere dike, dide qebûlkirin. Kesên ku li gor van rêzikan tevnegere li jiyanê namîne.
Helebî dibêjin di meha remezanê de barandina gule û bombe û moşekan kêmtir bûn. Li hin herêman sê çar avahî bi moşekên Scûdê hilweşîne, li hin herêman jî di avahiyan de şopên şer tunene.
Lê mixabin bazirganiya dîrokî ya Helebê ji ber bombebarandinê êdî nayê bikaranîn. Esnafên çarşiyê ji bajar veqetiyane. Dikanên di kolan û navenda bajar de dema ku bombebarandin tunebe tên vekirin. Gel berê êvarê piştî ku germahî kêm dibe tê navendê û lazmatiyên xwe li gor derfetên xwe dikire. Bi firoşkarên gûhêzbar û dikanên ku şopên guleyên topê li ser dîwarên wan in re dan û dû hene. Alîkariyên ku ji Tirkiyeyên tê bi komî nayê belavkirin, teslîmî malan tê kirin. Alîkarî ji bo hemûyan pir girîng e lewra malbatên ku kar û barên wan tunene, jiyana xwe bi van alîkariyan didomînin.
Di bin bombeyan de nimêja terewîhê
Li Mizgefta Cenabê Hamza xwarinên ku ji Tirkiyeyê tên bi alîkariya ÎHHyê ji bo fitarê li gel tê belavkirin. Xwarinên bermayî jî tên komkirin û ji kesên ku nikaribûn bên mizgeftê re tên şandin. Di meha Remezanê de piraniya gel fitara xwe bi van alîkariyên ku hatin, vekir.
Li Helebê tiştê ku herî zêde bala mirov dikişîne jî nimêja terewîhê ye. Lewra di bin bombe û guleyan de nimêja terewîhê ya ku li Helebê nêzî 2 saetan dewam dike, tê kirin. Bombeyên ku dikevin jî nikarin manewiyata nimêja gel xerab bikin. Ekîba AAyê jî beşdarî nimêja terewîhê bû. Li mizgefta Cenabê Hemze yê ku li bakurê Helebê ye, ji hewayê êrîş hatibû kirin. Di vê êrîşê de 12 kes miribûn û ji 50yî jî zêdetir kes birîndar bûbûn. Lê ev bûyer jî hejmara kesên ku tên mizgeftan danaxe.
news_share_descriptionsubscription_contact


