16 Adar 2017•Rojanekirin: 17 Adar 2017
HALEP
Li gundê Cinaya girêdayî Etarîba navçeya Helebê, di dema nimêja eşayê da li dijî mizgeftekê êrîş hat lidarxistin 58 sivîl hatin kuştin.
Ji rayedarên berevaniya sivîlan Yehya Cewad ji nûçegihanê AAyê ra got, "Balafireke cengê ku em texmîn dikin ya Rûsyayê bû, li gundê Cinaya nêzîkî Etarîba navçeya Helebê, di dema nimêjê da mizgeft bordûman kir."
%2Fhalep-amblin.jpg)
Cewad anî ziman ku di encama êrîşê da bi dehan kes birîndar bûn û hejmara miriyên ku ji bin enqazê hatin derxistin gihîşt 58an û got, "Ekîbên berevaniya sivîlan hewl didin ku xwe bigihînin kesên mayî yên di bin enqaza mizgeftê da. Di mizgeftê da 200-300 kes hebû."
Cewad hat îfade kir ku ji zêdebûna hejmara miriyan bi fikar in û wiha pê da çû: "Ekîbên parastina sivîlan û xelkê gund bi îmkanên xwe hewl didin bigihîjin yên di bin enqazê da. Balafira cengê li îbadetxaneyê da, ev tişt nayê qebûlkirin."