16 Adar 2017•Rojanekirin: 21 Adar 2017
QUDS
Dadgeha Îsraîlê maweya binçavkirina Muhammed Murtecayê xebatkarê Serokatiya Ajansa Koordînasyon û Hevkariya Tirk (TÎKA) ku ji 12ê sibatê vir ve binçavkiriye û qedexeya ser weşana derheqê mijarê de hat dirêjkirin.
Di rûniştina îro ya li Dadgeha Navendê ya li bajarê Birû's-Sebayê hat kirin û Murteca jî beşdar bû de maweya binçavkirin û qedexa ser weşanê hat dirêjkirin. Herwiha derbarê bidawîbûna maweya binçavkirin û qedexeya ser weşadê de tu agahî nehat parvekirin.

Dadgehê li ser daxwaza serbestberdanê ya parêzerê Murteca biryar da ku ji bo nirxandina mijarê roja yekşemiyê rûniştinek din were kirin.
Çil deqîqeyên ewil dadgehê detûr da ku endamên çapemeniyê jî tevlî rûniştinê bibin û dîmen û wêneyên Murteca bigirin. Murteca ji rojnamegerên li hêwana rûniştinê got: "Ez li hêviya diayên gelê Tirk im. Ez bawer im ku min ya rast kir, tiştekî xelet nekir."
Murtecayê ku bi mebesta beşdarbûna civîna TÎKAya girêdayî Serokwezîriyê hatibû Deriyê Sînorî yê Bêt Henûnê (Erez), tevî ku meqamê Îsarîlî destûra seyehetê jî dabûnê hatibû binçavkirin.
Hatibû hînbûn ku sûcên weke “xebata digel Hemasê, endambûna rêxistineke dijmin, peywendîdanîna digel sîxurên biyanî, amadekirina komployê dijî ewlekariya dewletê” arasteyî Murtecayî kirine

- Temasên Wezareta Karê Derva û Balyozxaneyê didomin
Tevî ku têkiliyên Tel Evîvê û Enqereyê ketine pêvajoya normalîzebûnê, binçavkirina Murtecayê xebatkarê TÎKAyê yê welatiyê Filîstînê ji aliyê Îsraîlê va di dema ku bihata Tirkiyeyê , balê dikişîne.
Wezareta Karê Derva û Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Tel Evîvê di temasên xwe yên bi rayedarê Îsraîlê ra, der barê Murtecayê ku zêdeyî mehekê ye girtî ye berdewam in.
Murtecayê ku zewicî ye û bavê 4 zarokan e, ji 2012an va li Xezzeyê ji bo TÎKAyê dixebite.
Nûçegihan: Turgut Alp Boyraz-Eshat Firat