HELEB
Rejîma Esed bi bombeyên warîlê êrîşî herêma Muyesîreyê kir û ekîba Anadolu Agencyê (AA) ji bo dîmen û wêneyan bikşîne û nûçeyan biweşîne berê xwe da herêmê. Lê dema ku ekîp ji Helebê berê xwe da herêmê û rê ket bi guleya hewanê û roketê ve li ser wan êrîş hat kirin.
Roket li wesaîta ku mîhmandarê ekîbê Ehmed Ebû Raşha diajot ket û Raşha mir.
Di êrîşê de Nûçegihanê Wêneyan yê AAyê Salih Mehmûd Leyla û Ehmed Mihemed Elî xelas bûn. Salih Mehmûd Leyla diyar kir ku di hedefa êrîşkaran de ew hebûn, lê roket li wesaîta mîhmandar ket.
Salih Leyla destnîşan kir ku rejîma Esed di êrîşan de sivîlan dikuje û ew jî vê rewşê bi çar aliyê dinyayê re parve dikin, ji ber vê yekê jî rejîm wan û aktîvîstan ji xwe re dike hedef.