Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin wergirtin, komên çekdar ên di bin serkêşiya DÎŞIyê de ji bo ku devera Zûmarê bikin kontrola xwe, duh êvarê êrîşê pêşmergeyan kirin. Di erîşên ku heta êvarê dewam kirin de 62 milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin û 14 pêşmerge jî mirin.
Rayêdarên Herêma Kurdistanê der barê miriyên DÎŞIyê de hêjmarekê teqez dan, lê nexwestin hêjmara pêşmergeyên ku di pevçûnan der mirin diyar bikin.
Ji ber ku DÎŞIyê hin gundên Zûmarê bi dest xist, Fermandarên pilebilind ên pêşmergeyan li Hewlêrê derasayî li hev civiyan û rewşa dawîn nirxandin. Fermandaran di civînê de biryar dan ku dê ji pozîsyona parastinê, derbasî pozîsyona êrîşê bin.
Ji bo operasyona berfireh a Pêşmergeyan a li dijî DÎŞIyê, ji Duhok û Hewlêrê leşker sewqî Zûmarê kirin. Her wiha hat destnîşankirin ku balafirên şer ên artêşa Iraqê jî dê ji hewayê alîkariyê bide pêşmergeyan.
Fermandarê herêmên binîqaş General Avdirehman Kewrînî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di êrîşên dawîn ên DÎŞIyê de 40 pêşmerge birîndar bûn û ji ber vê yekê jî biryara pozîsyona êrîşê hat girtin.
Kewrînî diyar kir ku dê milîtanên DÎŞIyê ji hemû herêmên ku li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê wekî herêmên binîqaş tên qebûlkirin, derbixin.
Ji hêla din li Hewler û Duhokê ji bo 40 pêşmergeyên ku di pevçûnan de birîndar bûn, kampanyaya xwînê hat li dar xistin. Welatiyên ku hatin nexweşxaneyên dewletê ji bo pêşmergeyên birîndar xwîn dan.