Abdulhameed Husseın Karam,Emrah Akbulak,Bekir Aydoğan
31 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 02 Tebax 2022
Li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê germa hewayê ji ber ku pir zêde bû qalibên qeşayê jî zêdêtir tên firotin.
Li bajêr germahiya hewayê qasî 45 pileyê zêde bû, ji ber vê welatî ji bo av û vexwarinên xwe sar bikin qeşayê dikirin.
Kesên qeşayê difroşin li ser kuçe û kolanên qerebalix lateke qeşayê ya ku dirêjiya wê qasî mêtroyekî ye bi hezar dînarî (12 lire) difroşin.

Gelek kargeh û bi taybetî xwediyên qehwexane, market û xwaringehan qeşayê dikirin.
Herî zêde kesên av û vexwarinê difroşin qeşayê dikirin ku wan sar bikin.
Hecî Şerzad Noheraniyê qeşayê difroşe ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand di havînê da firotina qeşayê zêdetir dibe ku bi taybetî di nav 2 mehan da karê wan baştir bûye.
Noheranî got salên çûyî ji ber ku li welêt ava vexwarinê kêm bûbû firotina qeşayê zêdetir bûbû, niha jî ji ber ku hewa pir germ e gel qeşayê zêdetir dikire.

- "Dema hewa zêde germ dibe em 1000 an jî 1200 qalib difroşin"
Bîlal Adilê qeşayê difroşe jî got ew her roj qeşayê li kargehan belav dike û wiha axivî: "Di rojên din da em 500 qalib qeşa difroşin, lê dema hewa zêde germ dibe em 1000 an jî 1200 qalibî difroşin."
- Av û vexwarinên sar zêdetir tên firotan
Ji ber ku hewa zêde germ e gel av, vexwarinên sar û qeşaşîrê zêde dikirin.

Baban Mîranê avê difroşe jî got ew rojê 4 û 5 kolî av difroşe û wiha dewam kir: "Ji bo ku av li derva sar bimîne ez qeşayê bikar tînim. Carna rojê sê qalib qeşa diçe."
Îsmaîl Huseynê qeşaşîrê difroşe jî wiha got: "Ez dora saet 13.30î da dest bi firotinê dikim. Helbet em jî ji ber germê aciz dibin, lê di heman demê da ji ber germê em qezencekê jî bi dest dixin."