Haydar Karaalp
30 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2022
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku di protestoya alîgirên Muqteda es-Sedrê pêşengê Tevgera Sedr da ji ber midaxeleya hêzên ewlehiyê 60 kes birîndar bûn.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê da hat diyarkirin kesên birîndar rakirine nexweşxaneyên curbecur.
Alîgir, Mihemed Şiya Sûdanî protesto dikin ku namzedê serokwezîriyê yê Çarçoveya Kordînasyonê ye. Ev saziya banî ya Şiî destekê ji Îranê digire.
Di çalakiyan da komek ji bariyerên beton derbas bû û li Herêma Kesk ketin avahiya meclisê.
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi av û bombeyên dengan midaxeleyî alîgirên Sedr dikin.
Li Bexdayê alîgirên Sedr li meclisê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin
Li Bexdaya paytextê Iraqê alîgirên Muqteda es-Sedrê pêşengê Tevgera Sedr ku bi ser avahiya meclisê da girtin çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.
Alîgirên Muqteda es-Sedr yên ku derbasî Herêma Kesk bûn û ketin avahiya meclisê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.
Alîgir, Mihemed Şiya Sûdanî protesto dikin ku namzedê serokwezîriyê yê Çarçoveya Kordînasyonê ye. Ev saziya banî ya Şiî destekê ji Îranê digire.