HEWLÊR
Li Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê Qendîla Mewlûdê hat pîrozkirin.
Li Hewlêrê piraniya texsiyan bê pere xebitîn û gelek kesan jî li sûkê xwarin, vexwarin û şîranî li welatiyan bela kir. Welatiyên ku çûn mizgeftan, li ber defê qesîde û beyt gotin û Qur'ana Pîroz xwendin.
Ciwanan bi flamayên ku li ser navê Pêxember nivîsî li kuçe û kolanan geriyan û selewat anîn. Zarokên kurdan cil û bergên kurdan li xwe kirin û rozetên ku navê "Mihemed" li ser dinivîse avêtin ber dilê xwe.
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dîzayî û Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî bi hev ra çûn Mizgefta Hecî Salih Debbag û tevlî pîrozkirinê bûn. Barzanî û yê pê ra beytên ku hatin gotin guhdarî kirin û dia kirin.
Serokwezîr Barzanî piştî ku ji mizgeftê derket daxuyanî da rojanmevanan û destnîşan kir ku Qendîla Mewlûdê bibe wesîleya xêrê. Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê di 2014an da saleke dijwar derbas kir û wiha got: "Hêviya me ew e ku sala 2015an bibe saleke xweş. Ez qendîla hemû mislimanên li Iraq, Kurdistan û dinyayê pîroz dikim. Înşellah ev qendîl xêr û bereketê bi xwe ra bîne."