MERSÎN
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Salona Werzişê ya Edîp Burhan beşdarî Kongreya Bajêr a 5emîn a AK Partiyê bû û li vir axivî.
Serokwezîr Davutoglu di axaftina destnîşan kir got daxwaza me ew e ku di hilbijartina were da gelê Mêrsinê bi hemû ferdên xwe rayê bide me û wiha peyivî: "Mêrsîn wisa me temsil dike ku hemû sitranên Anadoluyê li Mêrsînê tên gotin. Dema em derdikevin Torosan zêmarên obayên tirkmenan qala me dikin. Mêrsîn bi kurd, tirk, elewî û suniyên xwe Tirkiye ye û eyneya Tirkiyeyê ye."
"Tirk û kurd bira ne, kî cudakiriyê bike bêbext e"
Davutoglu li ser siloganên "Tirk û kurd bira ne, kî cudakiriyê bike bêbext e"" wiha got: "Ev gotin li her derê xweş e, lê li Mêrsînê xweştir e. Tirk û kurd bira ne, kî cudakariyê bike bêbext e. Binhêre ev bi Mêrsînê dikeve, bi ciwanên Mêrsînê dikeve. Em dixwazin kurd, tirk û tirkmenan li gel hev bibînin."