01 Sibat 2017•Rojanekirin: 02 Sibat 2017
HEWLÊR
Ji bo yadkirina bûyera 1ê Sibatê ku gelek siyasetmedarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) tê de hatin kuştin li Hewlêrê merasimek hat lidarxistin
Merasima ku li Parka Şehîd Samî Ebdulrehman ji aliyê Wezareta Karûbarê Şehîdan û Enfalkiriyan hat lidarxistin bi beşdariya kesûkarên kuştiyan, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, Berpirsê Têkiliyên Derve Felah Mistefa, Sekreterê Mekteba Siyasî ya PDKê Fazil Mîranî, konsolosên welatan, siyasetmedarên herêmê û nûnerên partiyan birêve çû.
Sekreterê Polîtburoya PDKê Mîranî di birbîranîna sala 13emîn de axaftinek kir û got: "Me di vê karêsatê de gelek rêvebir û hevalên xwe winda kirin. Vê yekê kêmasiyeke mezin xist nav karên siyasî. PDK û YNKê li ser şehîdên xwe yên 1ê Sibatê bi mesûliyet hereket dikin. Li ser herdu partiyan wezîfe ye ku vê tecrubeya şehîdan biparêzin û hurmetê nîşanî wan bidin."
- Bûyera 1ê Sibatê
Di 1ê Sibata 2003an de 2 êrişên terorîstî li ser liqên PDK û YNKê li Hewlêrê hatin kirin. Di bûyerê de ji 100 kesî zêdetir hatin kuştin. Di nav kuştiyan de sivîl siyasetmedar hebûn. Rêvebirê PDKê Samî Ebdulrehman û mamoste Se'd Ebdullah jî di nav kuştiyan de bû. Li ser vê navê Samî Ebdulrehman li parka nêzîkî bûyere hat kirin. Merasim jî li parka bi navê wî tê lidarxistin.