01 Sibat 2017•Rojanekirin: 02 Sibat 2017
ÎSTANBUL
Hesen Ruhaniyê Serokomarê Îranê der barê biryara qedexeya Donald Trumpê Serokê DYAyê ya ji bo welatiyên heft dewletên misilman da wiha got: "Karê kesên dest bi siyasetê kirine ew nîne vizeya neteweyên din betal bike."
Li gor nûçeya televizyona dewleta Îranê Ruhanî li Tehranê di merasimekê da xexerda û bertek nîşanî qedexeya vizeyê ya DYAyê da û got rêvebiriya Trump di siyasetê da "ecemî" ye.
Ruhanî destnîşan kir di hedefa biryara Trump da gelê Îranê heye û wiha got: "Ji bo cudakirina gelan heyama çêkirina dîwaran derbas bûye. Qedexeya ji bo çend mehan zirarê nade têkiliyên neteweyan."
Trump bi biryarnameya di 27ê rêbendanê da îmze kir, ji bo DYAyê hatine penaberên Sûriyeyê betal kiribû û ji bo 90 rojan jî vizeya welatiyên Iraq, Îran, Sûriye, Sûdan, Libya, Somalî û Yêmenê dabû sekinandin.