Abdullah Tel
05 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2020
Li Hindistanê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 903 kes mirin.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê da hat destnîşankirin ku bi mirina 903 kesan va herjmara miriyên ji ber Kovîd-19ê derkete 102 hezar û 685an.
Li Hindistanê di 24 saetên dawîn da 74 hezar û 442 kesên din jî bi Kovîd-19ê ketin, hejmara pêketiyan derket 6 milyon û 623 hezar û 815yan.
Li welêt heta niha 5 milyon û 586 hezar û 703 kesên bi vîrusê ketibûn jî pak bûn.
Li gor daneyên "Worldometer"a malpera agahiyên Kovîd-19ê berhev dike, Hindistan ji hêla hejmara waqieyan va li dinyayê di rêza 2yan da cî digre.