Abdullah Tel
05 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2020
Li Komara Afrîkaya Başûr di 24 saetên dawîn da (Kovîd-19) bi 1753 kesên din ra jî geriya û hejmara pêketiyan gihîşt 682 hezar û 289an.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Komara Afrîkaya Başûr di 24 saetên dawîn da 38 kes ji ber Kovîd-19ê mirin. Li welêt heta niha ji ber şewba Kovîd-19ê 16 hezar û 976 kes mirin û bi ketina 1753 kesên din va jî jimara pêketiyan gihîşt 682 hezar û 289an.
Li Komara Afrîkaya Başûr heta niha 4 milyon û 269 hezar û 626 test hatin kirin û ji pêketiyên Kovîd-19ê jî 614 hezar û 781 kes ji şewbê filitîn û baş bûn.
Di nav welatên Afrîkayê da pêketiyên Kovîd-19ê herî zêde li Komara Afrîkaya Başûr in.