19 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2017
LUCKNOW
Hat ragihandin ku li Ûttar Pradeşa eyaleta dikeve aliyê bakûrê Hindistanê kamyona xîzbarkirî û servîsa xwendekara li hev du qelibîn, di qezayê de herî kêm 24 zarok mirin.
Ji rayedarên paye bilind ên ewlekariyê Javeed Ahmed got ku kamyona xîzbarkirî ya bilez diçû û servîsa ku tê de xwendekarên temenê wan navbera 3 û 12yan de li hev du qelibîn, li gor tespîtên ewil 24 zarok mirin, herî kêm 24 zarok jî birîndar bûn.
Ahmed destnîşan kir ku xebatên xilaskirinê dewam dikin.
Ahmed diyar kir ku ji ber berf û sermayê dibistanên herêmê tetîl in lê dibistana xwendekarên di servîsê de çima vekirî ye, ev yek wê bê lêkolînkirin.
Hat hînbûn ku xwendekar li Etaha bajarê Ûttar Pradeşê dixwînin.
Li Hindistanê ji ber rêyên xirab bûne, wesayitên kevn û ajokarên bêdîqet her sal nêzî 200 hezar kesî di qezayên trafîkê de dimirin.