19 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2017
MÛSIL
Artêşa Iraqê di çarçoveya operasyona xelaskirina Mûsilê de li herêma rojhilatê Mûsilê girt. Piştî kontrolê hat dîtin ku ji ber şer her der bûye xirabe.
Ekîba AAyê bi hêzên ewlehêyê kete navenda bajêr û dîmenên bîlançoya giran ya herêmê kişand.
Artêşa Iraqê bi hêzên pêşmerge û alîkariya piştgiriya hewayî ya Koalisyona di pêşîkêşiya DYAyê da, 17yê cotmehê dest bi operasyonê kir û piştî 90 rojan herêma rojhilata bajêr bi dest xist.
Rêxistina terorê DEAŞ ji dîroka operasyonê dest pê kir heta niha ji bo ku Mûsil ji dest dernekeve taktîkên cuda cuda bi kar anî û ji bo hêzên ewlehiyê pêş de neçe li ber xwe da.
Ji ber êrîşên bi wesayîtên bibombe barkirî, êrîşa hewayê ya hêzên koalîsyonê, leşkerên Iraqê û endamên DEAŞê di nav kolanan de şerê rû bi rû kir, herêma rojhilata bajêr bû xirabe.
Ji ber ku DEAŞê avahiyên kamuyê yên li Mûsilê wek baregeh emilandine piraniya avahiyên kamuyê hilweşiyane yan jî zirar dîtine.
Li taxên herêma rojhilatê bajêr ji ber şer û pevçûnê malên sivîlan û avahiyên dewletê zirar dîtine û hin dikan jî xirab bûne.
- "DEAŞê tenê wêrankirin û xirabkirinê li dû xwe hişt"
Welatiyên ku ji ber êrîşên esmanî dikanên wan xerab bûn daxuyanî dan nûçegihanê AAyê û wiha gotin: "DEAŞê tenê wêrankirin û xirabkirinê li dû xwe hişt."
Binesaziya bajêr jî ji ber êrîş, şer û pevçûnan zirareke mezin dît. Li herêmên ku hatin rizgarkirin kutekên ceyranê qelibîne û boriyên avê jî teqiyane. Malbatên ku malên xwe terikandin ji ber tunebûna av û ceyranê şîvar û şerpeze ne.
Şêniyên hin bajarên rizgarkirî ji ber talûkeya ceyran, tengasiya ava vexwarinê û ewlehiyê malên xwe diterikînin û koçî cihên ewledar dikin. Hin malbat xwe dispêrin cem eqrebayên xwe yên li herêmên ewledar, hin malbat jî xwe dispêrin kampên çadiran yên ku li herêmên der û dorê hatine vegirtin.
Wezîfedarê artêşa Iraqê Albay Muhenned Seîd Alwan got: "Em li navenda bajarê Mûsilê pêş neketin. Sedema vê jî sivîlên ku li bajêr dimînin in. Em dixwazin ku pêşiyê sivîlan rizgar bikin û paşê li hedefên DEAŞê bixin."
Alwan diyar kir, ji bo ku hêzên ewlehiyê pêş nekevin, DEAŞê gelek defikên bibombe jî danîne û bombe danîne gelek daîreyên hikûmetê û avahiyên stratejîk jî.
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî di daxuyaniya xwe da wiha gotibû: "Li Mûsilê serkeftin û rizgarî nêzîk e. Hêzên me di palana rizgarkirina rojhilata Mûsilê û navenda wê da serkeftî bûn."