ERBÎL
Li Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) beriya hilbijartinên ku dê di 21ê îlonê de bên kirin, ragêşî zêde dibe. Li bajarê Silêmaniyê şerên hilbijartinan qet kêm nabin. Bûyerên şîdetê yên piştî civînên hilbijartinan der barê ewlehiya hilbijartinan de dibe sedemê fikaran, ji hêla din ve navên kesên mirî hêj di lîsteyan de hene. Ev yek jî di heyama hilbijartinê de dibe sedema niqaşên mezin.
Ji hilbijartinan re kêm roj man û bi taybetî li bajarê Silêmaniyê ku lê Tevgera Goran û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi hêz in, ragêşî zêde bû. Di êrîşa li ser bûroya YNKê de mirî û birîndar çêbûn, êrîş bû sedemê înfialeke mezin.
Ji hêla din ve partiyên muxalefetê ji bo hilbijartineke pêbawer dixwazin ku "hilbijêrên mirî" ji nav lîsteyan bên derxistin. Lijneya Hilbijartinê ya Bilind jî kêmasiyên teknîkî wek hincet nîşan da û îdia kir ku lîste nehatine nûkirin. Li gor lêkolîna komîsyona ku ji bo xeletiyên hilbijartinê tespît bike hatiye tayînkirin, ji sala 2001an heya 2013an navên kesên mirî ji lîsteyên hilbijêran nehatine derxistin. Di vê navberê de her çiqas 178 hezar û 585 kes mirîbin jî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind bi tenê navên 440 kesan ji lîsteyê derxistin. Hat diyarkirin ku navê 178 hezar û 145 kesên mirî di nav lîsteyan de cî digirin.
Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Tevgera Goran Dr. Silêman Cafer daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di lîsteyên hilbijêran de rastkirina hewce nehat kirin. Cafer got ku hêj jî li ser nevên miriyan deng tên dayîn.
Cafer di heman demê de namzedê parlementeriyê yê Goran e û îdîa kir ku di van hilbijartinan de dê muxalefet bi hêz be û dê encamên cuda ji van hilbijrtinan derkeve.
Dr. Silêman Cafer got: "Em ê piştî hilbijartinan HKIFê bikin dewleta gel. Hikûmeta ku dê nû bê avakirin dê ji bo berjewendiyên gelê xwe bixebite ne ji bo yên malbat û partiyekê. Em dê li hember gendeliyê bisekinin."
Yûsiv Muhemed Sadiq jî di hilbijartina parlementeran de ji Goranê namzed e.
Sadiq got ku amadehiyên hilbijartinê û dîmenên mîtîngan nîşan didin ku dê partiya me di vê hilbijartinê de serkeftineke mezin bi dest bixe. Sadiq bi bîr xist ku Goran di hilbijartinên sala 2009an de bi 25 parlementeran ket parlementoyê û îdia kir ku li hemberî Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê dê têkoşîneke baş bidin û di hilbijartina nû de, di parlementoyê de bêtir cî bigirin.