CENEVRE
Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, ji bo ku pêşniyaza Rûsyayê binirxînin hatin bal hev.
Her du wezîran piştî hevdîtina di navbera heytan de ya li Otêla Intercontinental ya li Cenevreyê civîna çapemeniyê li dar xistin.
Kerry diyar kir ku pîlana rejîma Sûriyê ew e ku di nav 30 rojî de lîsteya çekên kimyewî bide û ev yek standartek e. Kerry got ku niha der barê vê pêvajoyê de, tevgerên rejîmê û ne tenê dîtina van çekan heman demê de ji ber bikaranîna van çekan tu standartek tuneye. Sozên ku rejîma Sûriyê dan me têra me nakin.
Kerry destnîşan kir ku hêviyên wan yên ji pêşniyaza Rûsyayê gelekî mezin in û got ku divê ev pêşniyaz bê tetbîqkirin, bandora wê hebe û heke neyê tetbîqkirin divê encamên wê jî hebin.
Kerry bal kişand ku birêvebiriya Serokê DYAyê Barack Obama cara ewil her dem serî li dîplomasiyê dide û got ku bi awayekî eşkere diyar e ku çareseriyeke aştiyane tercîhê mudaxeleyeke leşkerî dikin.
Em ê rejîma Esed biceribînin
Kerry diyar kir ku pîlan ancax bi arîkariya pisporên çekên kîmyewî û ji hêla rejîma Esed ve bê tetbîqkirin, dê bi ser bikeve û got ku em hatin vir ku bi şêrîkên xwe yên navneteweyî re parvekirinan bikin û emê ji niha pê de çi bikin diyar bikin. Emê hemû bi hev re rejîma Esed biceribînin.
Kerry diyar kir ku êşa mirina 100 hezar sûriyî û koçberbûna bi milyonan mirovan di dilê mirovahiyê de cî girt û got ku DYA vê yekê ji bîr nake û dê bi vê yekê re têkoşînê bike.
Lavrov: Ji bo Cenevre-2an jî derfetan çêdike
Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov jî diyar kir ku gelekî cidî dest bi kar kirin û got ku em der barê mijara pirsgirêka li Sûriyê li ser peymaneke ku li ser bingehekê hatiye avakirin, dixebitin. Lavrov diyar kir ku beriya vê civînê bi Wezîr Kerry re çend caran bi telefonê axivîn û got ku ev rûdan ji bo Cenevre-2an jî derfetan çêdike.
Lavrov diyar kir ku Serokê Dewleta Sûriyê Vladîmîr Putîn der barê pozîsyona siyasî ya Rûsyayê de daxuyaniya ku hewce ye, da û got ku dîplomasî hewceyê bêdengiyê ye.
Piştî civîna ku pirs nehatin bersivandin Kerry û Lavrov hevdîtineke rû bi rû kirin.
Tê payîn ku hevdîtinên di navbera heyetan de ya der barê pîlanê de îro jî berdewam bikin.