Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Alîmên Misilman ê Dinyayê Prof. Dr. Muhyîddîn Elî Qeredaxî diyar kir ku ew di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û partiyên siyasî yên din de ji bo çareserkirina sîstema serokatiyê ya herêmî û gengeşiya ji ber hilbijartinê derket, "navbeynkariyê" dike.
Qeredaxî li Hewlêrê bi Serokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Îslamê (Yekgirtû) Mihemed Fereç re hat bal hev. Qeredaxî li ber navenda giştî ya Yekgirtû daxuyanî da rojnamegeran û got ku: "Niha herêma Kurdistanê di pêvajoyekê hesas re derbas dibe. Pêdiviya me bi yekîtî û lihevkirinê heye. Em hêvî dikin ku partî li ser mijara serokatiya Kurdistanê û mijarên zagona bingehîn li hev bikin. Ez niha ji bo navbeynkariyê bikim, li Herêma Kurdistanê me."
Qeredaxî got ku Yekgirtûyê ji bo lihevkirina aliyan bangewazî kir, divê alî piştgiriyê bidin vê û wiha dewam kir: "Ji bo ku herêma Kurdistanê bikaribe vê qeyranê berteref bike divê hemû kes ji hin daxwazên xwe biborin. Lewra ji hêla ewlehiyê ve di navbera herêmê û welatên derûdorê de tu ferq tuneye. Ji ber vê yekê divê meseleya serokatî û zagona bingehîn bi lezûbez bê çareserkirin."
Mesûd Barzanî di sala 2005an de ji hêla parlementoyê ve hat hilbijartin û di sala 2009an de jî bi rayên gel ve wek serokê HKIyê hat hilbijartin. Dema wezifeya Barzanî di sala 2013an de qediya lê parlementoya HKIyê qewlê wezîfeya Barzanî heta 20ê Tebaxê dirêj kir. Parlemento niha jî ji bo cara duyemîn qewlê wezîfeya Barzanî dirêj bike hewl dide lê ji bo vê divê partiyên di parlementoyê de li hev bikin.