STOCKHOLM
Li ber Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Stockholmê, komeke bi hinceta protestokirina êrîşên hewayî yên ser hedefên PKKya rêxistina terorê yên li bakurê Iraqê, çalakî li dar xist. Di çalakiyan de 4 kes hatin binçavkirin.
Şêfê Polêsan ê Midûriya Ewlekariya Stockholmê Lars Bystrom, ji EKOTa radyoya dewletê ya Swêdê re daxuyand ku, 4 kesên li ber balyozxaneya tirk çalakî li dar xist, bi kevir û bombeyên dengê êrîşî polês û wesayitên wan kirin.
Bystrom got ku êrîşker girtin û ji bo lêpirsînê şandin navenda ewlekariyê.
Ji aliyê din ve îro piştî nîvro komeke ku ji 150 kesî pêk dihat li ber Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Stockholmê çalakî li dar xist.
Li ser vê bûyerê komeke penaberên tirk ku 50 kesî pêk dihat, li ber balyozxaneya tirk civiya. Polêsên Swêdê li vir bi berfireyî tewdîrên ewlehiyê hildan û destûr nedan ku herdu kom nêzî hevdu bibin.